Li Nînowayê fermanberên digel DAIŞê kar kiribûn ji kar bêne dûrxistin

Parêzgarê Nînowaye, Newfel Hemadî biryar da, ku hejmarek fermanber û berpirsên Mûsilê ji kar bên dûrxistin.

Newfel Hemadî ragihand, ku wan biryar daye, tevahiya fermanberên dewletê, yên ku di dema desthilatdariya DAIŞê de kar ji DAIŞê re kirine,  ji kar bêne dûrxistin û di nav wan de beşek ji berpirsan jî heye.

Weke ku tê zanîn di 10a Hezîrana 2014an de, çekdarên DAIŞê Mûsil kontrol kiribûn û di Tîrmeha 2017an de, leşkerên Iraqê wî bajarî kontrol kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin