Li Nîjerê di encama êrîşekê de 58 sivîl hatin kuştin

.

 Li ser sînorê Malî û Nîjerê li herêma Tillaberiyê li devera Banîbangouyê, kesên çekdar yên li motorsîkletan siwar bûn, pêşiya otobusa rêwiyên ji bazara heywanan dihat birîn û êrîşê otobusê kirin.

Li gor ragihandina hukumetê 58 kes û li gor hin çavkaniyên din 65 kes hatin kuştin. Heya niha kes bûyerê negirtiye aliyê xwe lê demek zêdeye ku li deverê DEAŞ xebatên xwe zêde kiriye û dibe DEAŞ êrîşê kiribe.

Herêma Tillaberî li ser sînorê Malî û Bûrkîna Faso ye û gelek caran li deverê êrîşên weha çêdibin. Ji sala 2017 an heya niha li deverê rewşa awarte hatiye îlankirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye