Li nêzîkî otela ku Macron lê dimîne teqîn çêbûn

.

Li Şama paytexta Sûriyeyê, li nêzîkî Wezareta Geştyariyê 2 teqîn çêbûn.

Li gorî hinek çavkaniyan, teqîn li nêzîkî wê otelê çêbûne ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron lê dimîne.

Macron doh çarçoveya serdaneke fermî de çûbû Şama paytexta Sûriyeyê.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin, li ser yekê ji kolanên herî qerebalix ên Şamê bombeyên ku di mînîbusekê û konteynereke çopê de hatibûn bicihkirin teqiyane.

Piştî teqînan gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatine kirin.

Heta niha ji aliyê meqamên fermî ve li ser hejmara mirî û birîndaran ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Hat ragihandin ku ev teqîn li nêzîkî wê otelê pêk hatine ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron lê dima.

Macron bi Ehmed Şer re dicive

Dema ku teqîn çêbûn Macron ji bo hevdîtina bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re li Koşka Serokkomariyê bû.

Beriya niha 2yê Tîrmeha 2026an li kafeyeke li nêzîkî Koşka Dadê ya li ser rêya Bazara Hemîdiyeyê êrişeke bi bombeyan hatibû kirin.

Di wê êrişê de 10 kes miribûn û 21 kes jî birîndar bûbûn.

Siyaset Haberleri

YPJ, şervan, Kurdî, perwerde... Berê çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê li kû ye?
Serokkomariya Sûriyeyê hûrgiliyên civîna Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî belav kirin
Tom Barrack piştî berteka Îsraîlê paşde gav avêt: Daxuyanîyên ser Hizbullah, Îran û Golanê kişandin
ENKSê pêşwazî li biryara Amerîka ya bo Sûriyê kir: Divê Sûriye nenavendî be
Îsraîlê li Sûriyeyê hişyarî da: Em dê rê nedin Tirkiyeyê