Li nêzîkî Hewlêrê teqîneke bihêz!

Teqîneke bihêz li depoyeke çekên wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê de pêkhat.

Teqîna ku îro 30.06.2018ê demjimêr 04.:30ê de li depoya teqemeniya wezareta Pêşmerge ya li bajarokê Behrikê ya nêzîk Hewlêrê de pêkhat, ziyaneke madî li gel xwe derxist holê, lê ti ziyaneke giyanî pêknehat.

Emîndarê giştî yê wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand, teqînê de ti ziyaneke giyanî çênebû û lijneyek bo derxistina ziyanên madî hatiye ava kirin.

Sala borî jî di meha 7 û 8 de du depoyên teqemeniyê yên hêzên Zîrevanî ya nêzîk Hewlêrê teqîbûn.

(basnews)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin