Li Newyorkê kiryara terorî; 8 kuştî 11 birîndar

Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêşmerge û şervanên kurd pişta DAÎŞê şikandin û ew têk biribûn.

Hat ragihandin ku li herêma Manhatan a Newyorkê kiryareka terorî rû da ye û di rûdanê de 8 kes hatine kuştin û 11 kes jî birîndar bûne.

Êrîşkêr bi tirimbelekê  ketîye rêya bisiklêtê û di vê rêyê de ajotîye ser bisiklêtajotan û peyayan û dema ji wasiteya xwe peya bûye di destê wî de debanceyek hebûye lê polis fersend nedaye wî  û ew bi birînadarî girtîye.

Serokê Şaredarîya Newyorkê Bill de Blasio gotîye ev kiryarekê terorî ye.

Li gorî agahiyên Medyaya Amerîkayê navê êrîşkar Sayfullah Habibullahevic Saipov û 29 salî ye û di sala 2010ê de wek koçber  çûye Amerîkayê û li Floridayê bi cih bûye û têkilîya wî bi DAÎŞê re heye.

Serokê Amarîkayê Donald Trump di twîîtera xwe de parve kirîye; "Me  DAÎŞê li Rojhilata Navin têk bir û em ê misade nedin û nekin ku ew vegerin welatê Amerîkayê."

Wek dihê zanîn bi piştgirîya Amerîkayê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêşmerge û şervanên kurd pişta DAÎŞê şikandin û ew têk birin lê li gor agahîyên medyaya Ewrûpayê aktivîstên DAÎŞê yên ku ji Ewrûpayê û Amerîkayê beşdarê wan bûne vegerîyane û vegerin Ewrûpayê û gûman heye ew li ewrûpayê kiryarên terostî bikin.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin