Li navçeya Qoser a bi ser Mêrdînê pevçûn derket

.

 

Li bajarê Mêrdînê li navçeya Qoserê di navbera malbatên eqrebayên hevin, pevçûn derket 5 kes birîndar bûn ku 2 ji wan birînên wan xedar in. Bûyer li dora nîvroj ya îro çêbû.

Di bûyerê de bi dar û keviran lihev dan û kesên bi navên M.K., M.K., H.K., V.K. û Ş.M. birîndar bûn. Li ser agahdarkirina hêzên asayîşê polîs diçin ciyê bûyerê û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanê. Birînên kesên bi navên M.K. û M.K. giranin.

Polîs li ser bûyerê lêpirsînê da destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye