Li nav bajarê Reqayê goreke bikom hat dîtin

Li nav bajarê Reqayê goreke bikom hate dîtin û berpirsekî Encûmena Sivîl a Reqayê dibêje, ku heya niha Hezar û 500 term ji nav 2 gorên bikom hatine derxistin, ku di dema borî de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin.

Li navenda bajarê Reqayê goreke bikom li nêzîkî Parka Panoramayê hate dîtin, lê heta niha termên ku di nav wê gorê de ne, nehatine derxistin.

 

Berpirsê grûba bersivdayîna bilez a girêdayî Encûmena Sivîl a Reqayê, Yasir Elxemîs daye xuyakirin, ku hêj ew nizanin çend term di nava wê gora bi komî de ne û karê derxistina terman ji wê gore jî hêj destpê nekiriye.

 

Yasir Elxemîs herwiha gotiye, di heftiya bê de, dê proseya derxistina terman û bi belgekirina wan destpê bike.

 

Li gor wî berpirsî, heta niha 9 gorên bikom li Reqayê hatine dîtin, û bi tenê ji her du gorên Reşîd û Hedîqet El-Heywananat zêdetirî  hezar û 500 term hatine derxistin, ku piraniya terman ên xelkê sivîl bûne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin