Li Myanmarê derbeya serbazî pêk hat, rayedarên hikûmetê hatin desteserkirin

.

Artêşa Myanmarê rayedarên payebilind ên hikûmet desteser kirin û ragihand, desthilat bi temamî ketiye destê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdar General Min Aung Hlaing û rewşa awarte li welat hatiye ragihandin. 

Artêşa Myanmarê rayedarên payebilind ên hikûmet desteser kirin û ragihand, desthilat bi temamî ketiye destê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdar General Min Aung Hlaing û rewşa awarte li welat hatiye ragihandin.

Artêşa Mynamarê ragihand, wan serê sibeha îro Şêwirmenda Myanmarê û Wezîra Derve Aung San Suu Kyi ligel kesayetiyên din ên diyar ên partiya desthilatdar û hikûmetê desteser kirine û Artêşa Myanmarê li seranserê welat rewşa awarte ragihandiye.

Di daxuyaniya artêşê de hatiye diyarkirin; kudetaya serbazî ya îro weke bersivekê li ser sextekariya di hilbijartinên giştî yê sala borî de hatiye kirin. Generalên artêşê, partiya desthilatdar bi encamdana sextekariyê di hilbijartinên 8ê Mijdara 2020an de tohmetbar dikin.

Berdevkê Partiya Korbenda Niştîmanî ya Demokrat a desthilatdar Myo Nyunt jî di peywendiyeke telefonî de ji Reutersê re ragihandiye, Serokê Myanmarê Win Myint, rêbera welat Aung San Suu Kyi û çend kesayetên diyar ên partiya wan hatine desteserkirin.

Li Myanmarê ji ber hilbijartinan, di navbera hikûmetû artêşê de nakokî û alozî derket, artêş dibêje ku di hilbijartinan de sextekarî hatiye kirin.

Berdevkê Partiya deshilatdar daxwaz kir ku xelk li gor yasayê tevbigerin û pêşbînî dike ku ew jî dê were desteserkirin.

Medyaya fermî ya Miyanmarê eşkere kir ku xetên pêwendiyê hatine qutkirin û ji ber pirsgirêkên pêwendiyan, ew nikarin weşana xwe bikin, loma bernameyên xwe rawestandine.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî kudetaya li Myanmarê şermezar kir.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de kudetaya li Miyanmarê şermezar dike û ji artêşê daxwaz dike ku serkirdeyên hikûmetê û Aung San Suu Kyi berdin.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye