Li Mûşê xebatên vekirina rêyan berdewam in

.

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ku rêjeyeke zêde ya berfê lê bariye, xebatên paqijkirina berfê û vekirina rêyan berdewam in.

Ekîbên taybet bi vekirina rêyan, rêya 20 kîlometriya di navbera Xaskoy-Mutkiyê de vekirin, ku beriya çend rojan û piştî barîna berfeke zêde hatibû girtin û ji bo firehkirina rêya ku çendîn metre berf lê ye dixebitin.

Şefê ekîbê, Nedîm Gok diyar kir, du hefte ye ew li herêmê dixebitin û ji bo ku êryan vekirî bihêlin, bi hevalên xwe yên ekîbê re şev û roj li ser kar in.

Operatorê makîneya kar Îdrîs Karakan jî got ku li herêma lê dixebitin sitûrahiya berfê li hin deran ji bejna makîneya kar derbas dibe.

Li parêzgeha Mûşê herwiha rêyên 9 gund û 22 gundikan jî piştî xebateke şeş rojî hatin vekirin.

Ji du heftî beriya niha ve pêleke mezin a barîna berfê parêzgeha Mûşê da ber xwe û berfeke zêde li sînorê wê parêzgehê barî.

Herwiha ji ber ba û bageran bilindahiya berfê li hin navçeyên Mûşê gihîşt 6 heya 7 metran û rêyên bi dehan gundan û herwiha rêyên di navbera bajarokan de hatibûn girtin.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e