Li Minbicê 4 endamên asayişê hatin kuştin

Asayişa li bajarê Minbicê ragihand, ku girûpeke çekdar êrîşî xaleke wan ya pişkinînê kir û di encamê de, 4 endamên wan hatin kuştin.

Di daxuyaniyekê de, asayişa bajarê Minbicê diyar kir, ku derengê şeva din, komeke çekdar êrîşî xala Şiwêha Xiznewî li gundewarê Minbicê kir û  di encama êrîşê de, 4 endamên wan ku li ser erkê xwe bûn, hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya asayişê, heya niha ew grûpa çekdar nehatiye naskirin, lê tîmên wan lêkolînên xwe berdewam dikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin