Li Mexmûrê teqîn, 7 kuştî!

Hate ragihandin vê êvarê li Mexmûra li Herêma Kurdistanê êrîşeke xwekujî pêk hat. Di encama teqînê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar in.

Li gor zanyariyên bidestxistî, teqînek li nava kampa Mexûrê ya ku koçberên Bakurê Kurdistanê lê dimînin pêk hat, di encamê de 7 kuştî û 10 birîndar hene.

 

Li gor zanyariyan, teqîn bi riya otombîleke bombebarkirî bûye û 2 avahî hatine rûxandin.

 

Cihê ku êrîş hatiye ser, fêrgeha gerîlayên PKKê ye, ku li tenişta wê kampê bûye.

 

Li aliyekî din daxuyaniyek ji hêla Meclîsa Gelî ya Mexmûrê hat. Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşeke asîmanî li Mexmûrê hate kirin û ji vê êrîşê, Hikûmeta Iraqê û hêzên ku destûra bikaranîna asîmana Iraqê dane, berpirsiyar in.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin