Li Mexmûrê Odeya Operasyonên Hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê hat ava kirin

.

 Îro 24.05.2021ê Odeya Operasyonan a Hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê li Mexmûrê dest bi karê xwe dike.

Berpirsê Liqê 23 ê Qereçoxê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê Kurmanc Ebdulla ji K24ê re ragihand, li gor rêkeftina di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de, Odeya Oerasyonan a Hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê li Mexmûrê hat vekirin û 5 efserên Wezareta Pêşmerge di wê odeyê de dest bi kar kirin.

Diyar kir jî, destbikarbûna wê odeya hevbeş dê bibe hevkar ji bo avakirina hêzên hevbeş û pêkanîna operasyonên hevbeş, ji bo vegerandina aramiya ji wan herêman re û ji bo vegerandina baweriya welatiyên ku piştî 16'ê Cotmehê ji wan herêman derketine.

Kurdistanê Kurmanc Ebdulla diyar kir jî, biryar e ew kesên ku piştî 16ê Cotmehê dest danîne ser baregehên PDKê jî wan baregehan vala bikin.

Ev di demekê de ye, duhî Odeya Operasyonên Hevbeş ên Pêşmerge û artêşa Iraqê li Kerkûkê hat avakirin, li gorî rêkeftina di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de jî, di rojên bê de çend navendên hevbeş ên din tên avakirin ji bo ku ew valahiya ewlehiyê ya li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê heye bêne dagirtin û rê li ber tevgera DAIŞê were girtin.
 

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan