Li Mêrsînê mirovekî întîhar kir

Li Mêrsînê welatî Gokhan Şeremet ê gelek deynê wî hebû û betal bû întîhar kir. Di 2 hefteyên dawî de 11 kesan întîhar kir.

Navenda Nûçeyan - Li Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê welatî Gokhan Şeremet şevê din întîhar kir. Hat dîyar kirin ku Şeremet ê bavê 5 zarokan, ji ber deynê wî zêde bûn û betal bûye întîhar kirîye. Malbata Şeremet, dê cenazeyê Şeremet li Goristana Akbelen a Navçeya Toroslar a Mêrsînê defin bikin. Di 2 hefteyên dawî de li Amed, Şirnex, Antalya, Kocaelî, Îzmîr, Stenbol, Enqerê herî 11 kesan întîhar kir. 

 

22 Sibat 2020: Bijîşkê malbatê Ahmet Ozaydogdu yê li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle dihat dermankirin, ji ber sedemekê nayê zanîn xwe ji qata 6’emîn a naxweşxanê avêt û dawî li jîyana xwe anî. 

 

20 Sibat 2020: Li navçeya Dîlovasi ya Kocaelîyê karkerê bi navê Bayram Komurcu li depoya kargeha lê dixebitî întîhar kir.

 

19 Sibat: Li Navçeya Manavgat a Antalyayê Halît Yilmaz  ji ber 26 hezar û 450 lîra deynê wî yê bankê hebû dawî li jîyana xwe anî. 

 

19 Sibat: Mamosteyê Matematîkê Înan Avşar ku li dibistanake taybet dixebitî, întîxar kir. 

 

19 Sibat: Li Navçeya Karşîyaka ya Îzmirê Omur K., yê 57 salî dawî li jîyana xwe anî. 

 

18 Sibat: Xwendekarê Pola 4'emîn ê Beşa Radyo û Tevîzyonê yê Zanîngeha Stenbolê Hakan Taşdemîr întîxar kir. 

 

17 Sibat: Li Kolana Hûnerê ya Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, çawîşê pispor Kadîr Toskar bi çeka xwe întîxar kir. 

 

17 Sibat: Welatî Nezîr Kiliç xwe ji qata 4’emîn a avahîya Qeymeqamtîya Navçeya Cizîr a Şirnexê avêt û dawî li jîyana xwe anî. Nezîr Kiliç ê 42 salî û bavê 4 zarokan ji sedî 76 astengdar bû. 

 

16 Sibat: Li garaja kamyonan a Konyayê ajokarê kamyonê yê 37 salî Mevlût Çankaya ji ber qeyrana aborî dawî li jîyana xwe anî. 

 

15 Sibat: Li Îzmirê li navçeya Karşîyaka ya Îzmirê Î.A., yê 24 salî dawî li jîyana xwe anî. 

 

7 sibat: Li Antakyayê, welatî A.Y., li ber walîtîyî piştî got “Ez birçîme. Bê karim. Li malê rewşa zarokên min xirabe. Zarokên min birçîne” dawî li jîyana xwe anî. 

MA

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da