Li Merîwanê şer derket: Herî kêm serbazekî Îranê hat kuştin

Li devera Merîwan a Rojhilata Kurdistanê şer derket, herî kêm serbazekî Îranê hat kuştin.

Dezgeha mafên mirovan a Hengawê ragihandiye, derengiya şeva borî li gundê Derenaxî yê bajarê Merîwanê, di navbera pasdarên Îranê û pêşmergeyên partiyeke Rojhilatî de şer derket.

Malpera Fars, ku nêzîkî pasdaran e, ragihandiye, di wî şerî de “tenê serbazek” û “çend çekdar” hatine kuştin.

Heta niha ti partiyeke Rojhilata Kurdistanê li ser wî şerî daxuyaniyek nedaye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin