Li Mêrdînê qedexe hat ragihandin

.

Li parêzgeha Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê bi sedema “emnî” her cûr çalakî û xwepêşandan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya parêzgariya Mêrdînê bo dema 15 rojan hemû çalakî, meş û kombûn bi sedema “parastina aramiya bajêr” hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin ji 20ê Tebaxê ta 3ê Îlona 2021an, hemû çalakiyên weke xwepêşandan, meş, daxuyaniya rojnamevaniyê, kombûn, vedana çadiran hatine qedexekirin û tenê rê dê bi "çalakiyên fermî" bê dayîn.

Her li gor daxuyaniya Parêzgariya Mêrdînê ku armanc ji vê biryara qedexekirina çalakiyan, “parastina aramiya civakê û rêgirîkirina encamdana tawanan” e.

Qedexekirina encamdana çalakiyan li Mêrdînê di demekê de ye ku ev çend sal in li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên emnî qedexe tên ragihandin û dema wan qedexeyan berdewam tê dirêjkirin.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn