Li Mêrdînê Platforma Namzetên Serbixwe hate damezirandin

Îro 30ê Kanûna 2018an, li Qosera navçeya Mêrdînê, ji bo hilbijartinên herêmî, bi hevkariya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) civînek hate lidarxistin.

Gelek sîyasetmedar û rewşenbîr beşdarî civînê bûn.
 

PAK û PSKyê ku biryar girtibûn bi namzetên serbixwe yên welatperwer û demokrat bikevin hilbijartinên herêmî, li Mêrdînê dest bi xebatên hilbijartinê kirin.
 

Bi vê hilkeftê, îro li Qosera navçeya Mêrdînê, civînek hat lidarxistin.
 

Civîn, bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpê kir. 


Axaftina pêşî ji aliye Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)  Mustafa Özçelik ve hate kirin. 


 

Dûv re, Cîhgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)  Bayram Bozyel axivî.
 

Özçelik û Bozyelî bale kişandin girîngiya hilbijartinên herêmî û bi taybet, ketina bi namzetên serbixwe yên welatper û demokratîk ku alternetifeke pêwîst dê ava bike. 
 

Piştî axaftina wan, gelek beşdarên civînê axivîn û bîr û rayên xwe anîn zimên. 
Di encama civînê de ji nûnerên  partîyên sîyasî û şexsîyetên serbixwe li Mêrdînê ‘Paltforma Namzetên Serbixwe’ hat damezirandin da ku dest bi xebatên hilbijartinê bike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin