Li Mêrdînê bo 15 rojan qedexe hat ragihandin

.

 Li parêzgeha Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê bi sedema “emnî” her cûr çalakî û xwepêşandan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya parêzgariya Mêrdînê bo dema 15 rojan hemû çalakî, meş û kombûn bi sedema “parastina aramiya bajêr” hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin ji 5ê Tebaxê ta 19ê Tebaxa 2021an, hemû çalakiyên weke xwepêşandan, meş, daxuyaniya rojnamevaniyê, kombûn, vedana çadiran hatine qedexekirin û tenê rê dê bi "çalakiyên fermî" bê dayîn.

Her li gor daxuyaniya Parêzgariya Mêrdînê ku armanc ji vê biryara qedexekirina çalakiyan, “parastina aramiya civakê û rêgirîkirina encamdana tawanan” e.

Qedexekirina encamdana çalakiyan li Mêrdînê di demekê de ye ku ev çend sal in li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên emnî qedexe tên ragihandin û dema wan qedexeyan berdewam tê dirêjkirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin