Li Mêrdînê Berfîna 18 salî xwe kuşt

Li navçeya Artukluyê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, Berfîn A ya 18 salî ji ber ku di ezmûna bo têketina zanîngehê de encameke ne bi dilê xwe stand, derûnîya wê têk çû û xwe kuşt.

 

Li navçeya Artukluyê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, Berfîn A ya 18 salî ji ber ku di ezmûna bo têketina zanîngehê de encameke ne bi dilê xwe stand, derûnîya wê têk çû û xwe kuşt.

Li gorî agahîyan Berfîna 18 sali di roja 27ê Tîrmehê piştî aşkerebûna ezmuna têketîna zaningehan encameke ne bi gorî dilê xwe sitand û derûnîya wê xirab bûye.

Berfîn A bi çeka bavê xwe, xwe kuştîyê bi hemû hewlanên xilaskirina wê jî ti encam nedaye.

Di derheqê bûyerê de lêpirsîn hatîyê destpêkirin.

Li Tirkîyê jiber pergala perwerdeyê her sal bi mîlyonan xwendekar dikevin ezmunan. Rojên borî jî lawîkek jiber dereng çûbû ezmunê nexistibûn ezmunê û lawik jî xwe kuştibû.

 

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin