Li Mêrdînê 2 jin ji aliyê kesekî ve hatin kuştin

.

 Li navçeya Artukluyê ya girêdayî parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî bi navê Seyfettin D. (29) piştî ku teqe li Kadriye B. û keça wê Cemile B. dike û wan dikuje, guleyekê jî berdide serê xwe û xwe dikuje.

Li gor zanyariyan, bûyer ji nîqaşekê destpê kir ku heta niha sedema wê nediyar e. Piştî nîqaş mezin dibe, Seyfettin destpêkê teqe li Kadriye dike û pişt re teqe li Cemile jî dike. Paşê gulleyekê di berde sere xwe jî. Pişt re her sê birîndaran radikin nexweşxaneyê.

Tîmê tendirûstiyê eşkere kirin, Seyfettin D., Kadriye û keça wê Cemîle can dane.

Herwiha hat zanîn, derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê