Li Mêrdînê 17 gund hatin kerentînekirin

.

Gundê Cillînê ser bi navçeya Stewrê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ji ber zêdebûna pêketiyên koronayê hat kerentînekirin. Ligel vê biryarê di hefteyekê de li navend û navçeyên parêzgeha Mêrdînê bi giştî hejmara gundên hatine kerentînekirin gihîşte 17an.

Li gor daxuyaniya Qeymeqamê Stewrê gundê Cillînê ji ber zêdebûna nexweşên Coronayê hatiye kerentîne kirin û dê 14 rojan kerentîne berdewam be.

Herwiha di 2ê Îlonê de li 3 gundên Qoserê jî di çarçoveya tedbîrên koronayê de kerentîn hat ragihandin

Li 2 gundên ser bi navçeya Kerbaronê ji ber zêdebûna pêketiyên koronayê biryara kerentinê hat wergirtin.

Li aliyê din hefteya borî li navçeyên Nisêbîn û Midyadê yên Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ji ber zêdebûna koronayê ji îro êvarê ve li 11 gund û taxan ji bo 14 rojan karantîna tê ragihandin.

Li gorî daxuyaniya Qeymeqamiya navçeya Midyadê li gundê Hêştirk, Dalîn, Qartmîn, Kerşam, Bahwar, Mizîzex, Ebşî, Dêrizbîn, Kindirîb, Kfarxelo biryara karantînayê hatiye wergirtin.

Herwiha bi heman hincetê li gundê Tileyakûb ya bi ser navçeya Nisêbînê biryara qerentinayê hat ragihandin.

Herwiha li gor niştecihên gund bi vê biryarê tê armanc kirin ku welatî neçar bibin vaksînê werbigrin. Li gor amarên Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê, li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê rêjeya vaksîn wergirtinê kêm e û ev jî dibe sedem ku hejmara nexweşên Coronayê zêde bibe.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin