Li Mêrdîn û Amedê qedexe

Piştî ku kayyûm li sê bajarên mezin hatine ragihandin, li Mêrdînê ji bo 30 rojan, li Amedê jî ji bo 15 rojan çalakî hatine qedexekirin. Li Wanê jî 1003 roj in ku çalakî qedexe ne.

Piştî ku kayyûm li sê bajarên mezin hatine ragihandin, li Mêrdînê ji bo 30 rojan, li Amedê jî ji bo 15 rojan çalakî hatine qedexekirin. Li Wanê jî 1003 roj in ku çalakî qedexe ne.

Piştî ku Wezareta Karûbarên Navxweyî biryara tayînkirina kayyûman ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amed, Mêrdîn û Wanê stand, li Mêrdînê ji bo 30, li Amedê jî ji bo 15 roj an çalakî hatine qedexekirin.

Li Wanê jî 1003 roj in ku çalakî qedexe ne. Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmeha 2016ê Rewşa Awarte Rewşa Awarte hatibû ragihandin. Li Wanê ji ber vê sedemê 21ê Kanûna Paşiyê ya 2016an çalakî û bername hatibûn qedexekirin.

Duh li Amedê HDPyiyan xwestibû li hemberî biryara tayînkirina kayyûman çalakiyekê li dar bixin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan midaxeleyeke tund li wan kiribû. Îro jî beriya ku HDP li Amedê çalakiyekê li dar bixe, hemû rêyên diçin avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatine girtin. Polîsan destûr nedaye wan kesan ku ji devreyî bajêr herin û beşdarî çalakiyê bibin.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir