Li Maraşê balafira vemirandina agir ya Rûsyayê ket

.

Li bajarê Maraşê helîkoptera Rûsya ya ku ji aliyê Rêvibir Girştî ya Daristanan de hatibû kirêkirin, li devera Kisikê ket. Di balafirê de 8 kes hebûn. Dewletê dest bi lêgerîna bo dîtin û rizgarkirina 8 kesan kir. Gelek tîmên lêgerîn û rizgarkirinê çûne ciyê bûyerê.

Tîpa balafirê tîpa Beriev-200 ye, di nav balafirê de 3 xebatkarên Rêvebiriya Daristanan ya Giştî ya Tirkiyê hebûn.

Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê li ser ketina balafirê ragihand ku 3 hemwelatiyên Tirkiyê û 5 hemwelatiyên Rûsya yên di balafirê de jiyana xwe ji dest dane. Wezaret ragihand ku piştî balafir avê rijandiye ser agir bi hewa ketiye û li çiya ketiye.

Parêzgerê Maraşê Ömer Faruk Coşkun ragihand ku şewat bi sedema lêdana birûskê ku li daristanê xistiye derketiye û weha got:

“Me balafirê şandibû herêmê lê piştî demekî pêre pêwendî hat birin û ket. Niha bûyer gelkî nûye. Me gelek tîman şandiye ciyê bûyerê.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye