Li lsraîlê 30 kes zarokeke 16 salî tecawiz kir

Li lsraîlê, keçikek 16 salî rastî tecawizê 30 kesan hat. Serokwezîr Binyamin Netanyahu bûyera destdirêjîya girseyî ya li ser rojeva welêt wekî "sûcê li dijî mirovahîyê" binav kir û daxwaz kir ku sûcdar wek tavilê were ceribandin.

Rojnameya Israîl Haaretz nivîsand xwendekarê ku li bajarê deryayî yê Eilat dijîya hefteya borî şevekê vexwarinek vexwe, dûv re bo tuwaletê çû otêlekê. Li wê otelê keçîk li odeyekê hate girtin û rastî tecawiza bi dehan zilaan  hat.

Li gorî nûçeyê, hevalên wî hewl dan ku alîkarîyê bikin lê bi ser neket.

Rojnameya Times of Israel ragihand ku polîs du kes binçav kirin, yên din lêgerîn kirin, û hin tawanbar li ser têlefonên desta xwe tomar kirin.

Li gorî raporê, yek ji gumanbaran îdîa kir ku "30 kes têkilîya keçikê hebû, wan razî kirin."

Nasnameyên her du gumanbar yên 20 salî ne nehatine eşkere kirin.

Wezîrê Parastinê yê Israîl Benny Gantz piştgirî da zarokê ku roja înê çû ba polêsan û gilî kir di peyamek Twitterê de got, "Dilê min bi te re ye, tu ne bi tenê yî"

Gantz destnîşan kir ku dê lêpirsîn bi baldarî were meşandin û sûcdar dê cezaya pêwîst bistînin.

 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê