Li Loristanê du girtiyên kurd hatin darvekirin!

Cezayê darvekirina du hemwelatiyên kurd li bajarê Birûcêrd a ser bi parêzgeha Loristanê, ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve hat bicîanîn.

Li gor raporta Saziya Mafê Mirov (Hengaw) roja yekşemê 18ê Mijdarê du hemwelatiyên kurd li girtîgeha hejmara du ya bajarê Birûcêrd ku wek Tîrçey Bilûk tê nasîn li wê derê hatine darve kirin.

Nasnameya wan du girtiyan wiha ye: Ruhulla Beyranwend û Saman Qaêdrehmet xelkê bajarê Birûcêrd in.

Ew her du hemwelatiyên kurd çend sal berî niha bi tometa qetla qesdî hatibûn girtin û piştre ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve cezayê darvekirinê ji wan re hate sepandin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin