Li Londonê Kurdekî 91 salî ji Koronayê rizgar bû

Kurdekî bi navê Îbrahîm Ozlap ku 91 salî ye û xelkê bajarê Meraşa Bakurê Kurdistanê ye, li Brîtanyayê karê xwe ji vîrusa

Navenda Nûçeyan - Kurdistanîyê ji navçeya Elbîstanê ya Meraşê Îbrahîm Ozalp ku li Londonê dijîya, berî niha 10 rojan, ji ber êşa dil çûbû Nexweşxaneya Homertonê ya li Londonê.

Di encama pişkinînê de eşkere dibe ku Îbrahîm Ozalp tûşî koronayê bûye û bijîşkên Nexweşxaneya Homertonê wî karantîne dikin.

Di encama dermankirina 14 rojan de Îbrahîm Ozalpê 91 salî ji koronayê rizgar dibe û bi saxî û silametî ji nexweşxaneyê derdikeve.

Niha rewşa tendûristîya wî baş e û bijîşkên wî dibêjin ku her kesê ku berxwedana laşê wî bihêz e dikare xwe ji  koronayê pak bike û vegere ser tendûristîya xwe.

 

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir