Li Licê operasyona leşkerî: Bi ser malan de girtin û 4 kesan binçav kirin

.

 Operasyona ku li bejahiya Licê hatibû destpêkirin didome. Leşkeran li gundan bi ser malan de girtin û bi derpkirinê 4 kesan binçav kirin. 

Operasyona ku duh di saetên serê sibehê de li gundên Dêrxus, Huseynîkê , Karahasan û mezrayên girêdayî wan ên navçeya Licê ya Amedê dest pê kiribû didome. Leşkeran di saetên êvarê de bi ser gund û mezrayên ku têketin û derketina wan qedexe kirine de girtin. Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de leşkeran welatiyan derp kirine, gef li wan xwarine û heqaretê li wan kirine. Hat hînbûn ku heta niha leşkeran di serdegirtinan de li mezraya Emînoglû ya girêdayî gundê Karahasan şivanê 18 salî Berat Akgeyîk jî di nav de 4 kesan binçav kirine. 
 
Ji mezraya Emînoglû welatiyekî têkildarî operasyonê ev agahî dan: “Gundê me di bin dorpêçê de ye. Car carna dengê çekan dihat, piştre bi ser malên me de girtin û lêgerîn pêk anîn. Bi gotina ‘Heke li vir tiştek bi leşkerekî me jî bibe hûn bifikirin’ gef li me xwarin. Şivan Berat Akgeyîk ku li cem şivantî dikir, bêyî ku tiştekî hincet nîşan bidin destê wî kelemçe kirin û binçav kirin. Di vê navberê de lê jî didan.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye