Li Kurdistanê qedexeya hatûçûnê bo rojên cejnê hat ragihandin

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di çarçoveya bergirîyên dijî belavbûna koronayê de li Herêma Kurdistanê derketina derve bo heyama rojên cejnê tê qedexekirin.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê biryarên nû derbarê qedexeya hatinûçûnê de derxist  û dibêje qedexeya hatûçûnê bo hersê rojên Cejna Remezanê dibe.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê biryar da, di hersê rojên Cejna Remezanê de, qedexeya hatinûçûnê ya temam were cîbcîkirin û li gor biryarê wezaretê qedexeya hatinûçûnê ku niha heye heta roja yekê ya Cejnê tê dirêjkirin û her kesê ku binpêkarîyê bike tê cezakirin. 

Her di biryara wezaretê de hatîye ku, di rojên cejnê de tevahîya market, firin û ew cihên ku berê ji bo xizmeta welatîyan rê bi wan hatibû dan têne girtin

Derbarê rê pêdanê de Wezareta Navxwe dibêje ku rê bi otomobîlên hêzên ewlekarîyê, tîmên tendirustîyê û ambulansan tê dan ku di erkê fermî de bin.

Qedexeya navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê heta 1ê Hezarîna 2020 hate dirêjkirin û sîstema rêpêdana elektironî ji 22ê Gualnê heta 27ê Gulanê  tê ragirtin.

 

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî: Pirsgirêka me ya bi Bexdayê re ew e ku federalîzmê nas nake
Îsraîl: Me li Sûriyê li sîstemên parastina asmanî yên Tirkiyê xist
Îran: Gotûbêjên me yên li gel Ajansa Atomê erênî ne
Îsraîl: Me li Sûriyeyê çekên Tirkiyeyê kirin hedef
Şerekî neqediyayî