Li Kûbayê kirîza benzînê

Xelkê Kubayê bê benzînin, gelek otomobîl bi sedema nebûna benzîn û gazê, rawestiyan e û nayên bikaranîn. Xelk neçar in bi pêyan bimeşin û ji vê rewşê gelekî acizin.

Li Kûbayê bi sedema pêwendiya aborî di navbera Venezuella û Kûba de û cezayên Amerîkî bi ser herdû welatan de, krîza peydabûna benzînê rû daye û bi hezaran otombêlên taybet rawestiyane û tenê veguhestina giştî weke Metro û Bas kar dikin.

 

Kuba derbarê enerjiyê de pişta xwe zêdetir bi Venezuellayê ve girêdide. Vê yekê jî wiha kiriye, ku kirîza Venezuella bandora xwe li ser Kûba jî bike û kirîza wê roj bi roj mezintir bibe. Sedema serekî jî cezayên Amerîkayê li ser Venezuella û Kûba ne.

 

Xelkê Kubayê bê benzînin, gelek otomobîl bi sedema nebûna benzîn û gazê, rawestiyan e û nayên bikaranîn. Xelk neçar in bi pêyan bimeşin û ji vê rewşê gelekî acizin.

 

Niştecihê Havana Freddy Cabezas dibêje: “Ti alavek veguhestina giştî nîne, benzîn bo otombîla taybet nîne, bihayê benzene jî ji 25 dolaran kêm nakin.”

 

Benzîn û gaz kêm in û hevdem bihayên wan jî bilindin.  Bo rûbirûbûna wê kirîzê jî, Serokê Kubayê daxwaz kiriye, ku otomobîlên taybet kêm bên bikaranîn û xelk zêdetir pişta xwe bi alavên veguhestina giştî girêbidin.

 

Akinciyên Havana jî dibêjin, ne alavên veguhestina giştî wek tê xwestin kar dikin û herwiha rê jî bo otombîlên taybet jî nayê dayîn.

 

Ajokar Leonel Garcia jî got: “Divê rê bidin otombîlên taybet. Bi rastî  em ber bi rewşek xerabtir de diçin.”

RÛDAW

Kurdistan Haberleri

PWK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin