Li Kopenhagenê konferanseke hevbeş, bi beşdariya Özçelik û Tek li dar ket

Roja yekşemê 17ê Sibatê, bi hevkariya PAK û PSK, li paytextê Danimarka li Kopenhagen, di derbarê hilbijartina şaredariyan a li bakurê Kurdistanê konferanseke hevbeş hate lidarxistin.

Di konferansê de berpirs û nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî ji her çar beşên Kurdistanê amade bûn.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Rêzdar Mustafa Özçelik û Serokê Giştî yê Partiya Sosyalista Kurdistan Rêzdar Mesut Tek bi rêya Skype beşdarî konferansê bûn.

Konferans gelek bi berhembar derbaz bû. Li ser pêvajoya serdozgeriya Komarê ya dadgeha Bilind a Tirkiyê ku li dijî PAK, PSK û hinên partiyên din, li ser doza girtina wan û her wiha gelo çima ev Tifaqa Welatperwer û Demokrat berfirehtir nebû gelek pirs hebûn.

Her du rêzdaran Mustafa Özçelik û Mesut Tek bersiva pirsên beşdaran dan.

Adnan Axacan/Rûpela Nû-Kopenhagin

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin