Li bajarê Kobanê ji ber dorpêça giran, nebûna elektrîkê û bikaranîna ava qirêj, nexweşiyên zikçûnê û îltîhaba sîngê bi awayekî berfireh di nav welatî û koçberan de belav bûne. Bijîşk hişyariyê didin ku eger alîkariyên lezgîn negihîjin, dê karesateke mirovî rû bide.
Bajarê Kobanê nêzîkî mehek ye di bin dorpêçeke giran de ye, bandoreke rasterast li ser jiyana welatiyan û bi hezaran koçberên ku li 23 navend û dibistanan hatine bicihkirin, kiriye. Nebûna xizmetguzariyên bingehîn mîna elektrîk, sotemenî û ava pakij, bûye sedema qeyraneke tendurustiyê ya dijwar.
Ji ber ku elektrîk hatiye birîn, şaredariya bajêr nikare avê bi rêya sîstemên parzûnê paqij bike. Welatî û koçber neçar dimînin ku ava tankeran a nepaqij bikar bînin.
Koçberê bi navê Hemo derbarê rewşê de dibêje: "Em neçar in avê bi pereyan bikirin, lê ew av ne pakij e. Pereyê me jî nemaye ku em ava tendurust peyda bikin. Zarokên me hemû nexweş ketine."
Zarokên ku li dibistanên Kobanê dimînin, herî zêde ji vê rewşê bandor dibin. Ji ber serma û nebûna mazotê ji bo germkirinê, nexweşiyên sîng û ji ber ava pîs jî nexweşiyên giran ên zik û rûvî di nav wan de belav bûne.
Bijîşk Hikmet Ehmed, derbarê rewşa tendurustiyê de hişyarî da û got: "Ji ber birîna elektrîkê, xebatên pakijkirina avê sekinîne. Ev bûye sedema belavbûna şewba zikçûnê û îltîhaba rûvî di nav xelkê de. Herwiha ji ber sermayê, nexweşiyên kronîk ên sîng di nav zarokan de zêde bûne. Em bang li rêxistinên navdewletî mîna WHO û UNICEF dikin ku bi lez derman û alîkariyan bigihînin Kobanê."
Kobanê niha ji her çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin. Nebûna derman û alavên pizîşkî yên pêwîst li nexweşxaneyan, xetereyê li ser jiyana nexweşên giran zêdetir dike. Her ku diçe rewşa mirovî li bajêr ber bi xirabûnê ve diçe û daxwazên ji bo vekirina korîdorên mirovî zêde dibin.
K24