‘Li Kirmaşanê 4 erdhejzede ji sermayê mirin'

Parlementerê kurd ê parêzgeha Kirmaşanê li parlamentoya Îranê ragihand ku li deverên Kirmanşanê yên erdhej lê pêk hatiye 4 kes ji ber sermayê can dane û 20 kesan jî xwe kuştiye.

Şehab Nadirî ragihand ku heta niha tu sozên ku rayedarên hikûmeta Îranê dane mexdûrên erdhejê pêk neanîne û da zanîn ku xelk di nava rewşeke gelek xirab de dijîn.

Nadirî di axaftina xwe ya li parlamentoya Îranê got: "Di vî çileyî de de xelk di konan de dijîn. Tu wijdan veya qebûl nake ku zarokên dibistina seretayî di vê sermayê de di konan de dixwînin. Em li bendê bûn ku pisporên taybet ji bo çêkirina xaniyan biçin herêmê lê neçûn."

Li gor agahiyên fermî yên Îranê di erdeheja Kirmanşanê de 483 kesan can daye, zêdetirî 12 kes jî birîndar bûne û zêdetirî 17 hezar xanî weran bûnbûn.

(sputnik)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin