Li Kirmaşan û Sine di nav sê rojan de 4 jinan xwe kuştin

Li parêzgehên Sine û Kirmaşan yên Rojhilatê Kurdistanê, di nav sê rojan de herî kêm 4 jinan xwe kuştin.

Navenda Nûçeyan - Malpera Hengaw ragihandîye, di nav sê rojên borî de li bajarê Sine jinek, li bajarokê Sunqur li parêzgeha Kirmaşanê jinek û li bajarê Seqizê jî du jinan xwe kuştine.

Li gorî agahîyan, ew jina ku li Sine xwe kuştîye, navê wê Derya Mihemedî (24 salî) bûye ku ji ber pirsgirêkên nav malbatê, xwe ji avahîyekî 5 qatî de avêtîye û xwe kuştîye.

Ew jina ku li Sunqura Kirmaşanê xwe kuştîye, navê wê nehatîye zanîn lê zarokên wê hebûne û ji ber belengazîyê xwe xeniqandîye.

Jinên ku li Seqizê xwe kuştine, navên wan Şerîfe Mistefapûr (32 salî) û Efsane Rehîmî (19 salî) bûne û ji ber pirsgirêkên nav malbatê xwe kuştine.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê