Li Kirmanşanê erd hejiya!

Îro berî nîvro li bajarê Tazawa ku navenda qeza Selasî Bawecan a ser bi parêzgeha Kirmaşanê erdhejek pêk hat û li bajar û bajarokê derdorê jî hest bi wê hejandinê hate kirin.

Çapemeniya fermî ya Îranê di vê derbarê de belav kir îro demjimêr 11:41ê de bi dema Îranê erdhejek bi hêza 4.6 û 8 kîlometre bin erdê de li bajarê Tazawa ku navenda qeza Selasî Bawecanî ye pêkhat.

Li gor zanyariyên berdest erdhej li bajarên Şahabad, Serpêlzehaw, Pawe, Ciwanro, Gêlan a rojava û Kirdin jî hatiye hest kirin û bûye sedemê tirsê.

Derbarê ziyanên erdehejê yên madî û giyanî de heta naha ti hûrgiliyek û zanyariyek nehatiya belav kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin