Li Kirmanşanê 3 erdhej!

Hate ragihandin ku li Kirmanşana Rojhilata Kurdistanê 3 erdhejên bi tundiya 4.5 û 4.6 pileyan rû daye. Her wiha doh bi şev jî li Tehranê jî erd hejiyabû û 2 kes jiyana xwe ji dest dabû.

Îro danê sibê saet 06.20 bi dema Tehranê sê erdhej li Kirmaşanê qewimîn.

Hate ragihandin, erdheja yekem bi tundiya 4.5 pile li bajarê Serpêla Zehawê da, ya duyem jî bi tundiya 4.6 dîsa li Serpêla Zehawê rû da, erdheja sêyem jî bi tundiya 4.6 pile li devera Tazeawaya Kirmaşanê da.

Heta niha tu agahî li ser ziyana erdhejan nehatiye bidestxistin.

Ji aliyekî din hat gotin ku li Tehranê 2 kes ji ber erdheja şeva borî, ji tirsê dilên wan sekiniye û mirine û nêzîkî 100 kes jî birîndar bûne.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin