Li Kerkûkê wêneyê Ehmedê Xanê hat têkbirin

.

 Îro ji aliyê hin kesên nenas ve wêneyê helbestvan û nivîskarê navdarê ê gelê kurd Ehmedê Xanê hat têkbirin û polîs jî dibêje dê pêdeçûnê li ser wê pirsgirêkê bikin.

Rêveberê polîsê Rehîmava ya bajarê Kerkûkê Ferhad Duşêwanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 15.03.2021ê em hatin agahdar kirin ku ji aliyê hin kesên nenas ve wêneyê helbestvan û nivîskarê mezin ê kurd Ehmedê Xanê yê li taxa Rehîmava hatiye têkdan.’’

Herwaha got: ‘’Dema gilî hate kirin em jî dê pêdeçûnê li ser bikin û hewla girtina wan kesan bidin ku ew karê kirêt kirine.’’

Wêneyê helbestvanê kurd ê mezin Ehmedê Xanê bi salane li taxa Rehîmava ya bajarê Kerkûkê hatiye çêkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye