Li Kerkûkê leşkerî payebilind ê Iraqê hate kuştin

Şeva din (02 Tîrmeh) li ser riya Kerkûk û Bexdayê, Alîkarê Fermandeyê Operasyonên Rojhilatê Dîcleyê Elî Xelîfe, hate kuştin.

Van rojên dawîn, aloziya li Kerkûkê her diçe zêdetir dibe.

 

Hate ragihandin derengiya şeva derbasbûyî li ser riya Kerkûk û Bexdayê, li nêzîkî navçeya Xûrmatû, Alîkarê Fermandeyê Operasyonên Rojhilatê Dîcleyê Elî Xelîfe ku yek ji serkirdeyê hêzên Bedir li parêzgeha Mîsanê bû, ku weke Ebû Zehra el-Ebadî dihate naskirin, hate kuştin.

 

Derbarê çawaniya kuştina Elî Xelîfe de ti zanyarî nehatine belavkirin.

 

(Rûdaw)

 

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin