Li Kerkûkê jineka Ereb, mêrê xwe yê Kurd kuşt, bedenê wî parçe parçe kir û piştre jî şewitand

Jina Ereb mêrê xwe yê Kurd kuşt, parçe parçe kir û agir pê xist

Hêzên Asayişa Kerkûkê, jineke Ereb girtin, ku bi alîkariya birayê xwe, mêrê xwe yê Kurd kuştiye.

Wê jinê îtîraf kiriye ku ew tawan encam daye. Destpêkê ew (zilamê Kurd) kirine derê û ber bi aliyê rêya Çîmen ve birine. Piştre li ser rêya Kerkûk-Hewlêr û li nêzîkî gundê Gurge Çal betaniyek lê alandine û neft pê de kirine û agir berdanê.

Li gorî gotina Asayişa Kerkûkê, navê zilamê Kurd, Kemal Celal bûye û hevjîna wî Ereb û xelkê parêzgeha Kut a Iraqê ye.

Hevjîna Kemal ji Rûdawê re ragihand, ku ew ji kuştina hevjînê xwe poşman nîne, ji ber ku li pişt wê bûyerê pirsgirêkek mezin a civakî hebûye ku ew naxwaze behsa wê pirsgirêkê bike.

  Rudaw/Rupela nu

* Risim temsilî ye

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê