Li Kerkûkê di nava 6 mehan de 50 jinan xwe kuştiye

.

Ofîsa Kerkûkê ya Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan a Iraqê ragihandiye ku di 6 mehên destpêkê yên salê de 50 jinan xwe kuştiye û 286 bûyerên tundkariyê çêbûne.

Ofîsa Kerkûkê ya Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan a Iraqê têkildarî zext û tûndkariya li ser jinan li Iraqê û Herêma Kurdistanê raporek belav kiriye.

Li gorî Ofîsa Kerkûkê ya Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan a Iraqê tenê li Kerkûkê di nava 6 mehan de bi kêmanî 50 jinan xwe kuştiye û 286 bûyerên tundkariyê çêbûne. Ev tê wê wateyê ku di her hefteyê de 2 jin xwe dikujin û 11 bûyerên tundkariyê çêdibin.

Li gorî raporê li Kerkûk di sala 2019an de 89 jin, 17 mêr bi tevahî 106 bûyerên tundkariyê çêbûne.

Komîsyonê diyar kiriye ku ji bo jinên ku tundkarî li wan tên kirin stargeh nînin û ev pirsgirêk li Bexda û Herêma Kurdistanê ya Federal jî diqewime. 

Her weha li gorî raporê piraniya jinên ku temenê wan li ser 25 saliye bi rêya çekê xwe dikujin.

Serokê Ofîsê ya Kerkûkê gotiye ku wan rêveberiya Kerkûkê û saziyên têkildar agahdar kirine da ku çareyek were dîtin.

Saziya Têkoşîna Dijî Tundkariya li ser Jin û Malbatan ya Herêma Kurdistanê di 28ê Îlonê de bi dauyaniyekê ragihandibû ku di mehên Tîrmeh û Tebaxê de 4 jin hatine kuştin, 8 jinan xwe kuştiye û 7 jinan jî xwe şewitandine.(AY)

*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê