Rêveberê Asayîşa Kerkûkê Îdrîs Rifet ragihand, ku îro danê sibê (09-09-2018) çekdarên DAIŞê li nêzîkî gundê Qeredere ya navçeya Dubizê, bi du bombeyan boriya petrolê teqandin û ji ber vê agir bi boriyê girt.”
Îdrîs Rifet got: “Ji ber ku pêşmerge li wê herêmê nemane, valatiyeke ewlekariyê çabûye û Polîsên Federal jî nikarin herêmê kontrol bikin. Ji ber ku wê herêmê nas nakin, DAIŞ jî bi awayeke partîzanî karên xwe dike.”