Li Kerkûkê çendîn xaniyên kurdan hatin hilweşandin

.

Li Kerkûkê çend xaniyên kurdan bi fermana rêveberiya sepandî ya bajêr hatin wêrankirin. Endamekî berê yê encumena Kerkûkê jî dibêje, armanca wan karan, derxistina kurdan ji Kerkûkê ye.

Li taxa Pencaelî ya Kerkûkê, bi fermana parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî û serperestiya qaymeqamê sepandî Felah Yayçîlî, çendîn xaniyên kurdan hatin wêrankirin, bi behaneya ku xanî û avahî bê rizamendî û bi serê xwe hatine çêkirin.

Endamê berê yê encumena parêzgeha Kerkûkê, Kameran Kerkûkî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, hem tohmetên sosret û vala bo kurdan çêdikin hem jî bi navê qanûnê fişarê li welatiyên kurd dikin.

Kameran Kerkûkî her wiha got, li tevahiya Iraqê welatî li ser erdê hikûmetê xanî çêdikin lê hikûmet xaniyên wan wêran nake, tenê li Kerkûkê wê yekê dikin, ew jî li dijî kurdan dikin! Armanca wan ew e ku kurdan ji bajêr derxînin û bajêr bikin bajarekî erebî.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye