Li Kerkûkê 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

.

Di êrişeke asmanî ya balefirên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de, li parêzgeha Kerkûkê 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê belav kir, di êrîşeke asmanî ya Hevpeymanan li ser çend penagehên çekdarên DAIŞê de li navçeya Tamor a parêzgeha Kerkûkê, 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku 3 ji wan berpirsên bilind ên DAIŞê bûn.

Ji aliyekî din ve, li sînorê Fermandariya Operasyona Cizîrê 7 penageh hatin îmhakirin û piştîneyeke bombebarkirî hate pûçkirin.

Her di derbarê kiryarên DAIŞê de, Berdevkê Ajansa Dijeterorê ya Iraqê Sebah Noman diyar kir, DAIŞ têk çûye, lê bi dawî nebûye.

Herwaha got, ji sala borî ve ajansa wan bi piştevaniya zanyariyên îstixbaratê ve, çend operasyon encam dane û karîn gelek êrîşên teroristî pûç bikin.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin