‘Li Kerkûk û Duzxumartû kurd, bi hovane têne kuştin’

Parlamenterê kurd ê li Parlamentoya Iraqê Mihemed Osman behsa hovîtiya li hemberî kurdan kir û got; li Kerkûk û Duzxumartuyê kurd ji ber kurdbûna xwe têne kuştin, bi otomobîlan ve têne girêdan û kaşkirin û wisa jiyana xwe ji dest didin.

Mihemed Osman li Kerkûkê di civîneke çapemeniyê de got, "Kîjan xala destûra Iraqê rê dide, ku hemwelatiyên kurd bi şêweyekî dirinde werin kuştin û bi otomobîlan ve werin girêdan û kaşkirin û wisa jiyana xwe ji dest bidin?"

 

Osman bal kişand ser ku mal û dikanên kurdan tên talankirin, şewitandin û teqandin û got, "Saziyên partiyên kurdan tên dagirkirin."

 

Parlamenterê kurd derbirî ku heta niha gelek rêveberên kurd ên hikmî bêyî sedem, tene ji ber kurdbûna xwe ji erken xwe hatine dûrxistin û li şuna wan kesên ne kurd hatine bicihkirin.

(sputnik)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin