Li Kayseriyê ciwanê kurd Adem Ertene yê 19 salî ku ji hêla 4 kesan ve hat kêrkirin, jiyana xwe ji dest da.
Ji navçeya Cizîr a Şirnexê ciwanê bi navê Adem Ertene yê 19 salî ji bo kar çûbû Kayseriyê. Ertene li Kayseriyê bi êrişa kêran a 4 kesan re rûbirû ma. Ertene yê ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kayseriyê, lê tevî hemû mudaxileyan tibî jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Kesên bi kêran êrîş kirin ji cihê bûyerê reviyan. Hat zanîn ku ji van 4 kesan kesek hatiye girtin.
Ji aliyê din ve hat zanîn ku wê cenezeyê Ertene sibê li Goristana Cizîrê ya Asrin were veşartin.
Kurdistan Haberleri
PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye