Li kampa Holê termê 6 kesên kuştî hatin dîtin

.

Li kampa Holê ya li Hesekê bi hezaran malbatên DAIŞê di nava hatine bicihkirin, termên 6 kesan kuştî hatin dîtin.

Li gor raportên medyayî, di du rojan de asayişa kampa Holê termê 6 kesan kuştî di nava konên kampê de dîtin. Hat zanîn ku 4 ji wan koçberên sûrî ne û 2 kes jî penaberên Iraqî ne.

Lêpirsînên Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê wan bûyeran de ji bo naskirina tawanbaran destpê kiriye. Tê gûmankirin ku berpirsên van bûyerên kuştinê, çekdarên DAIŞê bin.

Kampa Holê li rojhilatê Hesekê ye, li gor amarên Netewên Yekgirtî 65 hezar kes tê de hatine niştecîkirin. Hemû wan malbat û xizmên çekdarên DAIŞê ne. Hinek ji wan biyanî, iraqî û beşek jî welatiyên Sûriyê ne.

Li gorî hin raporên saziyên navdewletî, kampa Holê yek ji kampên herî metirsîdar e ser asta cîhanê. Rêvebiriya xweser jî dibêje ku karînên wan sînordar in, nemaze ku bi hezaran çekdar jî di zindanên wan de hene, êdî ev rewş hewcedarî destêwerdaneke navdewletî ye.

 

 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye