Li kampa awareyên Şengalê şewat derket: Bavek û du kurên wî can dan

.

 Li Zaxo li kampa Bîrsivî ya awareyên Şengalê, şewat derket û di encamê de, bavek û du kurên wî jiyana xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyan, ji ber kontakteke elektrîkê agir bi çadirekê ket. Dayîk û bavê wê malbatê di nav çadirekê de û zarokên wan jî di nav çadira li tenişta wan de bûye, agir bi çadira zarokan ketiye û bav hewl daye zarokên xwe rizgar bike, lê belê bav û du zarokên wî di nav şewatê de jiyana xwe ji dest dane. Tenê zarokek rizgar bûye ku ew jî li cem dayika xwe bûye.

Herwaha hatiye eşkerkirin: Di vê bûyera şewatê de 5 çadirên koçberan bi temamî şewitîn û ziyanên canî û madî li dû xwe hişt.

Bûyer di saet 01:00ê şevê de qewimiye û di bûyerê de pênc kes jî birîndar bûne, ku yek ji wan, dayika wan her du zarokan e.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye