Li Îzmîrê şehîdên Rojhilatî hatin bibîranîn

Îro li Îzmîrê, li Teşkîlata Îzmîrê ya PSKê, cangoriyên HDK û PDK-Îyan ku di êrîşa Îranê ya li Koyê de jiyana xwe ji dest dabûn û sê ciwanên ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn dardakirin, hatin bibîranîn.

Bîranîn, bi hevkariya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)ê, li teşkîlata Îzmîrê ya PSKê li dar ket.Di bîranînê de, Cîgirê Serokê PAKê Nurullah Timur, Endamê Meclîsa PAKê Mehmet Ermiş, Cîgirê Serokê PSKê Nevzat Teker û Serokê Teşkîlata Manîsayê yê PSKê Bedri Çınar, axivîn û êrîşên Îranê yên li dijî baregeha HDK û PDKÎ yên li Koyê û sêdarkirina sê ciwanên kurd, Ramîn, Zanyar û Loqmanî şermezar kirin.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin