Li Îzmîrê polêsan daxwaza sîxûrtiyê li ciwanekî kirin, qebûl nekir, îşkence lê kirin

Li Torbalıya navçeya Îzmîrê polêsan, ciwanekî bi navê Yiğit Üste, li şûna emniyetê birine daristanekê û daxwaza sîxûrtiyê lê kirin. Hat gotin çima ku Üsteyî ev sîxûrtî red kiriye, îşkence lê kirine. Piştî vê jî li dê û bavê wê dane û gef li wan xwarine.

Hat gotin, li Torbalıya Îzmîrê, ciwanekî bi navê Yiğit Üste desteser kiriye lê li şûna ku wî bibin emnîyetê, wî birine daristanekê û 4 polêsan lê îşkence kirine. 

Bavê wî Harbi Üste jî serî li Komeleya Mafên Mirovan İHDê daye û gotiye polêsan dawxwaz li kurê wî kiriye ku bo wan sîxurtiyê bike lê Üsteyî ev yek red kiriye. Ji ber vê jî dora 6 saetan îşkence li kurê wî hatiye kirin û wî birine emniyetê.

Parezerê Üsteyî, li emniyetê dîtiye ku di serê wî û destên wî de şopên îşkenceyê hene û herwiha rapora darpê jî bo wî nehatiye dayîn.

Herwiha hat gotin polêsan avêtine bi ser mala Üsteyî û li dê û bavê wî dane. Heta ku dayîka Üsteyî rakirine nexweşxaneyê. Digel vê jî çek li bavî nîşna dane û gotine 'Heqê Yiğit ev e' û gefa mirinê lê kirine.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin