Li Îzmîrê Konferansa Sykes-Picot

Rêze konferansên li ser Sykes-Picot yên PAKê li Îzmîrê jî hate çêkirin

Rêze Konferansa PAKê ”100 salîya Sykes Picot û Pirsa Kurd û Kurdistanê” piştî Diyarbekir û Batman û Stenbolê, roja Sêşemê (17.05.2016) saet di 19.00an de li Îzmîrê li Tepekule Ege Salonuyê bi beşdarîya 150 derdorên PAKê û welatparêzên kurdan hate amade kirin.

Di Konferansa Îzmîrê de rêzdar Dr. Ali Teter û mamostayê Unîversîteya Sofyayê rêzdar Doç. Dr. Yaşar Abdülselamoglu wek axêver bîr û ramanên xwe yên li ser peymana Sykes Picot pêşkêş kirin.

Janya Acar û Nûnerê PAKê yê Îzmîrê Niyazi Çetînok bi axatina vekirina konferansê kir û moderatorîya konferansê jî rêzdar Veysel Çamlibel kir.

Di dawîya konferansê de akademîsyenan bersiva pirsên beşdaran dan, pirs û bersiv bi xwe jî mesele hê askire kir û baştir da famkirin ku naveroka Peymana Sykes Picot çi ye. Beşdaran ji ber vê konferansê ku gelek kurdên welatperwer ên li îzmîre anî bahev û di warekî ku ji alî gelek kesan ve bi başî nayê zanîn sipasîya PAKê kirin ku ew di vî warî de hatin serwext kirin. Û Daxwaza wan ew bû ku di vî warî de gelek civîn û konferansên weha werin amadekirin ew ê gelek kêfxweş bibin..

Îzmîr/Rûpela Nû

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin