Li Îzmîrê hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 69'an

.

Li Îzmîrê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. Di encama xebatên dawî de hejmara qûrbaniyên erdhejê derket 69’an.

 Li navçeya Seferîhîsarê ya Îzmîrê di 30'ê Cotmehê de erdheja mezinahiya wê 6.6 pêk hat. Di erdhejê de zêdeyî 20 avahî hilweşiyan û bi sedan avahî jî zerar dîtin. Her roja diçe hêjmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane zêde dibin. Li gorî daxuyaniya herî dawî ya AFAD'ê hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 69’an.

 Di dewama daxuyaniya AFAD’ê de, ev agahî hatin dayîn: “Ligorî agahiyên ji SAKOM hatin girtin 60 welatiyên em jiyana xwe ji dest dane. Ji 940 welatiyên me yên birîndar bûn, 722 jê ji nexweşxanê hatin derxistin û dermankirina 218 welatiyên me jî dewam dike. Di 8 avahiyên li Îzmîrê de, hîna jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.”

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye