Li Îzmîrê bo geşkirina çanda Kurdî komeleyek: KED-DER hat vekirin

Li Îzmîrê, komeleyeke bo geşkirin û lêkolîna ziman, çand, dîrok û wêjeya Kurdî, KED-DER, bi beşdariya Kurdên li Îzmîrê hat vekirin.

Îro bi beşdariyeke girseyî ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û gelek derûdorên kurd û Kurdistanî, Komeleya Lêkolînên Çand, Wêje, Ziman û Dîroka Kurdan (KED-DER) hate vekirin.

Armanca komelê ev e ku li ser çand, ziman, dîrok û wêjeya Kurdî lêkolînê bike û bo geşkirina wan bixebite.

Di merasîma vekirina KED-DERê de endam û rêvebirên PAK û PSKê û gelek derûdorên Kurd û Kurdistanî amade bûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin